Fransayê hisyarî da Îranê: Heger bê binpêkirin...

08 May 2019 20:45 0 dîtin
Fransayê hisyarî da Îranê: Heger bê binpêkirin...

PeyamaKurd - Hikûmeta Fransayê hişyarî da Îranê û ragihand, eger Îran rêkeftina etomî binpê bike dê rastî cezayên Ewropayê were.

Wezîra Berevaniya Fransa Florence Parly li hember biryara Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ya vekişîn û hilawistina peymana atomî nerazîbûn nîşan da û got, "Heger Îran rêkeftinê binpê bike dê rastî cezayên Ewropayê were."

Hêjayî gotinê ye, Fransa jî yek ji wan welatên ku rêkeftina atomî ya Îranê îmze kiriye ye.