Komarî ji bo Biden li Peymana Nukleerî ya Îranê venegere zextê dikin
PeyamaKurd – Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden bi daxuyaniyên derbarê Îranê de, bi hin mercên ku Îran bicih bîne dixwaze ji nû ve li peymana nukleerî ya ligel Îranê vegere, lê belê senatorên Komarî yên rêveberiya berê ya Amerîkayê hewl didin rêveberiya Biden ji wê biryarê vegere.
Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat senatorên Partiya Komarî ya Amerîkayê ji hewldanên Biden ên vegera li peymana nukleerî aciz in û komarparî di senatoya Amerîkayê de zextên li ser Biden zêde dikin da ku venegere peymana nukleerî ya bi Îranê re.
Parlamanterên Komarî herwiha bi nameyekê hewldanên serokê Amerîkayê Biden ên ji bo vegera li peymana nukleerî red kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin