Senatorên Komarî ji bo êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê bang li rêveberiya Biden kir
PeyamaKurd – Senatorên Partiya Komarî ya Amerîkayê, li ser êrîşên moşekî û dronan ên nav axa Herêma Kurdistanê bi hinceta partiyên Rojhilatê, bang li Wezareta Derve ya Amerîkayê û Rêveberiya Serok Joe Biden kir ku bertekek tund nîşan bidin.
Di nameya du nûnerên Komarî de hatiye destnîşankirin ku ew êrîşên rejîma Îranê bi plan û bername ye û rejîma Îranê bi wan kiryarên xwe dixwaze bala cîhanê li ser rewşa niha ya Îranê û serhildana sranserî li dijî rejîmê dûr bixe.
Herwiha behsa vê yekê hatiye kirin ku di rewşekê de rejîma terorîstî ya Îranê berdewam gefan li berpirsên Amerîkayê dixwe, bi moşekan êrîşî ser hevpeymanên me yên Kurd dike û bi awayekî hovane gelê xwe tepeser dike; hikûmeta "Biden" li hember vê rejîmê lawaziyê nîşan dide.
Senatorên Komarî gotin ku stratejiya Biden li hember rejîma Îranê têk çûye û dane zanîn, dem hatiye ku Amerîka yekser “nexşerêya” xwe ya bo Îranê biguherîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin