Ji Amerîka daxuyaniyeke nû li ser êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê…

23 November 2022 21:35 0 dîtin
Ji Amerîka daxuyaniyeke nû li ser êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê…

PeyamaKurd – Amerîkayê careke din êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û banga rawestandina êrîşan kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, ragihand ku ew wan êrîşên çend rojên dawî yên Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de şermezar dikin û got: "Îran di binpêkirina erda Iraqê û mafan de berdewam e û di navbera 20 – 22yê Mijdarê de êrîşên xwe yên kujende li ser Iraq û Herêma Kurdistanê didomîne.”

Price diyar kir ku Amerîka vê êrîş û binpêkariya dijî yekparçebûna erda Iraqê ya dubare û bêşerm bi tundî şermezar dike û dide xuyakirin ku divê Îranê ji gefên zêdetir û tundiyê dûr bisekine.

Hevdem Fermandarê Hêzên Bejahî yên Îranê Muhammed Pakpur jî ragihandiye ku wan li Herêma Kurdistanê li dijî baregeh û kampên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kiriye.