Amerîka: Em êrîsên mosekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê sermezar dikin

17 November 2022 12:17 0 dîtin
Amerîka: Em êrîsên mosekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê sermezar dikin

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn, ew êrîşên moşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Li gor Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ji K24ê re diyar kiriye: “Me çend caran gotiye, Îran di têkdana seqamgîriya navçeyê de berdewam e.”

Vedant Patel eşkere kiriye: “Me gelek bi tundî wan êrîşên moşekî û dronan ên Îranê yên li ser Herêma Kurdistana Iraqê şermezar kiriye û em ji Îranê daxwaz dikin ku wan êrîşên xwe rawestîne.”

Herwiha Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser şerê Ukraynayê gotiye, sizayên zêdetir bi ser Rûsyayê de disepînin û sizayên berê jî wê bimînin, herwiha dibêje mafê Ukraynayê heye ku berevaniya xwe bike.

Herî dawî li ser rewşa siyasî ya Îranê û kuştina xwepêşanderan, Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kiriye û gotiye: “Em nîgeran in.”