Amerîkayê li xwe mikur hat: 11 serbaz ji ber êrîsên mosekî yên Îranê birîndar bûne
PeyamaKurd– Tevî ku Serokê Amerîkayê û rayedarên din ên wî welatî ragihandin, ti serbazekî amerîkî di êrîşa moşekî ya Îranê bo ser binkeyên wan ên serbazî yên li Iraqê nebûne qurbanî, lê belê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, di wê êrîşê de 11 serbazên wan birîndar bûne.
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban di daxuyaniyekê de ragihand, di demekê de ku ti serbazek di êrîşa mûşekî ya 8ê Çile de li binkeya Eyn el Esed canê xwe ji dest nedane, lê belê çendîn serbazî ji ber şok, ji hişçûn û fişara liqîna mejî, çareserî wergirtine û hêj di jêr çavdêriyê de ne.
‘11 serbaz ji ber êrîşên moşekî yên Îranê birîndar bûne’
Bi gotina Orban 11 serbaz ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê birîndar bûne û diyar kir, 8 serbaz bo binkeya tendirustiya Landstol li Almanya û 3 serbaz jî bo binkeya Erîfcan li Kuweytê hatine veguhastin.
Bill Orban herwiha amaje bi wê jî kir, piraniya wan 1500 serbazên ku li binkeya Eyn Esed hatine bicihkirin, berî êrîşê û bi sedema agahdarbûna ji êrîşê, di sitargehên xwe de mane û xwe ji êrîşê parastine.
‘Moşekan zirar gihandine binkeyê’
Derbarê zirarên êrîşên mûşekî yên Îranê de, pêştir Milley Cagins di dema paqijkirina binkeya Eyn el Esed de gotibû: Zêdetir ji 10 mûşekên mezin arasteyê binkeya Eyn el Esed hatin kirin, zirar gihandine xetên berevaniyê yên binkeyê, teqînan çalên mezin çêkirine, ji dîwarên betonî derbas bûne, serbazgehên bi dehan serbazan wêran kirine û çendîn holên çakkirina firokeya jî rûxandine.
‘Beşek ji serbazên Amerîkayê ji binkeya Eyn el Esed hatine veguhastin’
Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban destnîşan kiriye, di rojên pişî êrîşê de, ji bo cîbicîkirina rêkarên tund, beşek ji serbazên Amerîkayê ji binkeya Eyn el Esed hatine veguhastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin