Daxuyaniya yekem a Amerîkayê li ser êrîsên li Îranê

04 January 2024 11:56 0 dîtin
Daxuyaniya yekem a Amerîkayê li ser êrîsên li Îranê

PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îdiayên ku di teqînên li dû hev ên li nêzî gora Qasim Silêmanî ya li parêzgeha Kermanê ya Îranê de cih girtine red kirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên derbarê teqînên li Îranê de bersivandin.

Derbarê êrîşan de jî Miller got, "Amerîka bi ti awayî tevlî vê nebû, îdiayên berovajî vê yekê pêkenok in. Ya duyemîn jî, ti sedemeke me nîne ku em bawer bikin ku Îsraîl di van teqînan de cih girtiye."

Berdevk Miller ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Televîzyona Dewletê ya Îranê ragihand ku di 4emîn salvegera kuştina parêzgeha Kermanê ya Îranê de li nêzî gora Fermandarê berê yê Hêza Qudsê Qasim Silêmanî du teqîn li pey hev pêk hatin.

Hat ragihandin ku di encama teqînan de herî kêm 103 kesan jiyana xwe ji dest dane û 211 kes jî birîndar bûne.