Koalîsyona Navdewletî: Êrîsên Îranê ewlehiya Herêma Kurdistanê dixe talûkê

22 November 2022 01:33 0 dîtin
Koalîsyona Navdewletî: Êrîsên Îranê ewlehiya Herêma Kurdistanê dixe talûkê

PeyamaKurd – Koalîosyona navdewletî ya li hemberê IŞİD ê, li ser êrîşên dawiyê yên Îranê daxwuyanekî nivîskî da. Fermandarê hêzên koalisyona navdewletî Matthew McFarlane di daxwuyaniyê de weha got:

“Van êrîşan sîvîlên bêguneh dixin nav talûkê. Tevgerên weha ewlehiya Herêma Kurdistanê û îstîqrara wê dixe talûkê. Em wan êrîşên ku hukumraniya Iraqê îhlal dikin şermezar dikin. Êrîş sîvîlên bêguneh dixin talûkê.”

Artêşa Îranê do bi şev bi balafirên bê ajotvan û fuzeyan êrîş biribû ser bargeha HDK-Î ya li Koycancaqê û li bajarê Silêmaniyê ser devera Zirgwêzê ser baregeha rêxistina Komelê. Endamê polîtburoya Komelê Aram Muderisi, ji bo êrîşa ser Silêmaniyê ya ser baregeha Komelê ji Rûdawê re got ku di êrîşê de ti zayiata wan nebûye.

Hukumeta Herêma Kurdistanê di daxwuyaniya xwe de got ku divê civaka navdewletî li hemberê Îranê tewrekî zelal nîşan bide û êrîşên Îranê şermezar kir. Hukumeta Herêma Kurdistanê weha got:

“Dewleta Îslamî ya Îranê do bi şev êrîş aniye ser Herêma Kurdistanê û em êrîşa wan bi tundî şermezar dikin. Êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê û Iraqê, îhlala desthilatê ye û nayên efûkirin. Ev îhlala cîrantî û hûqûqa navdewletiye. Em bang li Komara Îslamî dikin ku van êrîşan rawestînin.”