Parlementoya Kurdistanê êrîsên Îranê sermezar kir
PeyamaKurd – Parlementoya Kurdistanê êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir. Parlemento ragihand ku ew ji êrîşên Îranê yên ser Hewlêr û Silêmaniyê yên bi fuze û dronan endîşe dikin.
Parlemento di daxwuyaniyê de ragihand ku divê temamê cîranan li hemberê hev têkiliyên bi rêzdarî bikin, tevli karên hev yên hundir nebin û li pey hûqûqa navdewletî herin. Daxwuyanî weha ye:
“Ji kîjan aliyê de dibe bila bibe, em êrîşên leşkerî şermezar dikin. Ti tevgerekî leşkerî çareseriyê nake û herêmê dixe nav talûkê. Em bang li hukumeta federal dikin ku Herêma Kurdistanê jî di nav de hukumraniya Iraqê biparêzin, wezîfa xwe ya destûrî bicîh bînin û her tedbîrên dîplomatîk bistînin. Em pêkanîna ewlehiya herêmê û ya navdewletî weka berpirsiyariya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî û berpirsiyariya civaka navdewletî dibînin.”
Artêşa Îranê bi fuze û dronan li başûrê Kurdistanê li navça Koyê êrîşê ser baregeha HDK-İ û li Silêmaniyê li baregeha li Zirgwêz ya Komelê xistibû. Di êrîşê de Pêşmergeyekî HDK-İ can dabû û di êrîşê de birîndarên sîvîl hebûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin