Sekreterê Yekîtiya Aliman Alî Qeredaxî êrîsên Îranê yên ser Kurdistanê sermezar kir
PeyamaKurd – sekreterê giştî yê Yekîtiya Alimên Dinyayê Prof. Dr. Ali Qeredaxî, êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir. Qeredaxî di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:
“Ti şerîetekî an qanûnekî rê nade vê cûre şiddetê ku dibe sedema kuştina mirovên bêguneh. Bombebarana Iraqê îhlala ewlehî û desthilata Iraqê ye. Ji bo pirsgirêkên Iraqê çarser bibin divê diyalog hebe. Ne ku xwîn birêjin da pirsgirêkên Iraqê zêdetir bibin û pêdivî bi xwurtkirina bingeha dewletê heye. Ji bo Iraq ji kaosê derê divê bi hevre tevbigerin.”
Artêşa Iraqê di 28 ê êlûnê de baregehên KDP-İ, Komele û PAK ê bi balafirên bêajotvan bombaran kiribû û di encamê de 17 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 50 kes birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin