Sekreterê gistî yê rêxistina yekîtiya Îslamê seredana Tirkiyê dike

21 February 2023 23:52 0 dîtin
Sekreterê gistî yê rêxistina yekîtiya Îslamê seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Sekreterê giştî yê Rêxistina Yekîtiya Îslamê Huseyn Brahîm seredana Tirkiyê dike. Daxuyaniya wezareta karên derve ya Tirkiyê li ser mijarê wehaye:

“Sekreterê giştî yê Rêxistina Yekîtiya Îslamê Huseyn Brahîm Taha li ser erdheja li Tirkiyê ya di 6 ê sibatê de navenda wê Maraş bû, çêbû, ji bo taziyên xwe ji Tirkiyê re ragihîne di 21-23 yê sibatê de seredana Tirkiyê dike. Taha wê di 22 ê sibatê de seredana bajarê Entabê bike û di 23 yê mehê de bi Mevlut Çavuşoğlu re li Ankara hevdîtin bike.”