Sekreterê Neteweyên Yekgirtî ji êrîsên ser Sûriyê bi endîseye
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ji êrîşa ser merasima derçûna akedemiya leşkerî û ji êrîşên bersivdana Sûriyê bi endîşeye. Guterres got ku agirbesekî li seranserê Sûriyê ji bo çareseriya siyasî pêwiste.
Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric di civîna çapemeniya rojane de li ser babetê bersiva rojnamevanan da. Dujarric li ser êrîşa li bajarê Hûmûsê ya ser merasima derçûna xwendevanên leşkerî got:
“Sekreterê giştî di heman wextê de ku artêşa Sûriyê li ciyên cuda li rojavayê bakûrê Sûriyê êrîşan biriye ser deveran, em ji wan êrîşan endîşeyên kûr dibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin