Neteweyên Yekgirtî xwest ku givasên ser Sûriyê rabin
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku divê givaşên ser Sûriye rabin da karibin pêdiviyên mirovî bidin Sûriyê. Pispor, radigihînin ku li Sûriyê 17 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heye.
Di civîna konseya ewlehiyê ya NY de, nûnerê taybet yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen û nûnerê daîmê yê Rûsyayê Vasiliy Nebenzya bang kirin ku givaşên ser Sûriyê rabin.
Di konseya NY de 15 endam hene û bi rêya online an video-konferansê bi Şamê re bi Pedersen re hevdîtin kirin û Pederson got ku ji bo Sûriye karibe ji rewşa niha pêşdetir here, divê desteka aboriyê bigihê Sûriyê. Pedersen weha dewam kir:
“Di seha navdewletî de, ji bo tevlî pêvajoya Sûriyê bibin daxwaz hene. Pêdivî zêdene û pêdivîvi desteka berfireh heye. Di nav wan de divê givaşên ser Sûriyê bê pirsgirêk ji ortê rabin (li ser rêxistinên terorîst), di nasînan de pêngavên rewa bên avêtin û avakirina ji nûh ya Sûriyê de ya bi temamî, di nav wan de hebe. 17 milyon kes %70 yê nûfûsa Sûriyê ye û muhtacin.”
Koordînatorê alîkariya lezgîn yê NY Tom Fletcher jî ji Şamê ragihand ku têkoşîna li dijî terorê divê nebe asteng li ber desteka mirovî ya Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin