Hûsiyên Yemenê xwestin ku Neteweyên Yekgirtî alîkariya ser Yemenê kêm neke
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi desteka dewleta Îranê ragihandin ku eger Neteweyên Yekgirtî (UN) Bernama Xidayê ya Dinyayê (WFP) alîkariya ji bo Yemenê kêm bike wê bi mîlyonan mirov bi awayekî neyînî jê bandora xwe bigre. Li gor ajansa SABA ya Hûsiyan ragihandiye; sekreterê giştî yê konseya Hûsiyan yê ji karên mirovî û navdewletî berpirs İbrahim el-Hamli û dîrektorê WFP ê yê ji Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîkayê berpirs Corinne Fleischer li payîtext Sanayê civiyane.
Di civînê de Hamli gotiye Yemen di dinyayê de bi krîza herî xerab re rû bi rûye, eger NY alîkariya neqdî û xidayê ji ser Yemenê kêm bike, bi milyonan mirovên ku ji alîkariyê fêde dibînin, wê rewşa wan gelek xerab bibe. Hamli xwestiye ku ji bo ber li felaketê bigrin, UN car din ber li fonan veke, alîkariyê û xizmetê dewam bikin.
Fleischer, di 16 ê gulanê de li Adenê bi serokwezîrê Yemenê bi Muin Abdulmelik re hevdîtin kiribû û gotibû ji ber nebûna dahatê, WFP mecbûre alîkariya ku dide Yemenê kêm bike.
Şerê navxwe yê Yemenê ji sala 2014an heya niha dewam dike, li gor raporên UN ê; heya niha %73 an ku 23,4 milyon kes muhtacê alîkariya miroviye û 4,3 milyon kes ji ser warên xwe koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin