Neteweyên Yekgirtî wexta peymana misyona xwe ya li Yemenê dirêj kir
PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî li Yemenê wexta peymana xwe ya Mîsyona destekê ya Hudeyde dirêj kir. NY ragihand ku salekî peymana UNMHAyê dirêj kiriye û girîngiyê dide parastina agirbesa li Yemenê.
Di daxwuyaniya misyona Îngîltere ya li NY ya bi nivîskî de mijar hat ragihandin. Li gor daxwuyaniyê; UNMHA rola wê lîmanên li rojavayê Yemenê ku rêya wan diçe Derya Sor de heye û divê seha tevgera Hûsiyan teng bike û li devera Hudeyde belavkirina çekdarî bi dawî were.
UNMHA, piştî peymana li Stockholmê hatibû îmzakirin ya dawiya sala 2018an hat avakirin ku di peymanê de agirbesa li Hudeyde hebû û hem di derbarê rewşa lîmanan û Taîzê de bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin