Qatilên xebatkarê Neteweyên Yekgirtî yên li Yemenê hatin girtin

22 July 2023 19:25 0 dîtin
Qatilên xebatkarê Neteweyên Yekgirtî yên li Yemenê hatin girtin

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Taîzê xebatkarê Neteweyên Yekgirtî yê Bernama Xida ya Dinyayê (WFP)   di êrîşeka çekdarî de bi 6 guleyan hatibû kuştin. Kesê hatibû kuştin yê bi navê Mueyyed Hamidin xelkê Urdunê ye û ji bo desteka xelkê çûbû Yemenê.

Hêzên ewlehiyê li ser kuştina Hamidi operasyonan kir û heya niha 10 kesên ku bi kuştinê re têkildarin girtine.

Serokê konseya serokatiya Yemenê Reşad el-Alimi,bi telefonê li sekreterê giştî yê Neteweyên yekgirtî Antonio Guterres geriyabû û gotibû ku nasnameya êrîşkeran hatiye tesbîtkirin, dê wan bigrin û teslîmê edaletê bikin.

Heya niha nasnameyên kesên girtî nehatiya ragihandin ku kî ne.