Heya niha li Xezzayê ji xebatkarên Neteweyên Yekgirtî 63 kes hatin kustin

31 October 2023 01:13 0 dîtin
Heya niha li Xezzayê ji xebatkarên Neteweyên Yekgirtî 63 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Ajansa Alîkariya Penaberên Rojhilata Nêz ya Neteweyên Yekgirtî (UNRWA) ragihand ku heya niha di êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê de 63 xebatkarên Neteweyên Yekgirtî hatine kuştin û 22 xebatkar jî birîndar bûne. Heya niha 672 hezar koçberên Fîlîstînî xwe sipartine tesîsa UNRWA ya jimare 149ê.

Hat ragihandin ku birîna danûsitendinên li Xezzayê astenge li pêşiya gihandina alîkariyê, ji ber alîkarî kême û muhtaç zede ne, di navbera wan de dijberî peyda dibe û gelek kes bê îzin dikevin depo û navendên belavkirina alîkariyê. Xida û alavên di derveyê xidayan de, dibin. UNRWA weha dewam dike:

“Her ciyê me yê hewandinê çar car li kapasîta xwe tijeye, li navenda Perwerda Xan Yûnisê 22.100 kes, li kampa penaberan ya Maghazî 29.800 kes û li baregeha Lojîstîk ya Refahê 12.800 kes hene.