Neteweyên Yekgirtî heya niha 557 TIR alîkariyê sandiye Sûriyê

04 March 2023 18:42 0 dîtin
Neteweyên Yekgirtî heya niha 557 TIR alîkariyê sandiye Sûriyê

PeyamaKurd – Cîgirê sekreterê gişî yê Neteweyên Yekgiretî Farhan Haq di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand ku Neteweyên Yekgirtî ji 14 ê sibatê heya niha ji bo bakûrê rojhilatê Sûriyê 18 car di nav dezgeyan de misyon bicîh aniye. Berdevk ragihand ku UNICEF ji roja înê heya niha 22 TIR alîkarî şandiye Sûriyê û ji piştî erdhejê heya niha bi temamî 557 TIR alîkarî şandine Sûriyê. Haq weha dewam kir:

“Hemkarên me yên alîkariya mirovî ji me re dibêjin ku piştî erdhejê ji 105 hezar xaneyan zêdetir kes xaniyên wan xerab bûne. Gelek ji wan ciyên ku çûnê ji aliyê xwediyên malên din de tên xwedîkirin an dadigerin wan xaniyên ku mirov nikare di wan bimîne. Ev jî zahmet dike ku mirov karibe jimara xaniyan bizanibe. Em niha destek didin ku NY ji bo dagera malbatan hêsan bike, saxlemiya xaniyan an avahiyan tesbît bike û ji bo kesên ku xaniyên wan ne yên rûniştinê bin, em karibin ji hewandina wan kiryarên xwe destnîşan bikin.

Me bang kiribû ji bo em karibin mudaxele bi encama erdheja 6 ê sibatê bikin û pêdiviya me bi 400 milyon dolarî heye. Heya niha wek bersiv ji bo 173 milyon dolarî bersiv dane me û tenê %43,5 ê pêdiviya me hatiye civandin.”