Îmaratan heya niha ji bo erdheja Sûriyê bi 134 balafiran alîkariyê sand
PeyamaKurd – Îmaratan heya niha ji bo erdheja ku navenda wê bajarê Maraşê bû û bandorekî mezin li Efrîn û Cindirêsa Binxetê kiribû, ji bo alîkariya erdheja li Binxetê an ku li Sûriyê bi 134 balafiran 4 hezar û 413 ton alîkarî şand û 10 heb ambulans jî bexşand.
Li gor nûçeya di ajansa Îmaratan ya fermî ya bi navê WAM de hat ragihandin, di roja 25an de alîkariya mexdûrên erdhejê dewam dike. Wezareta bergiriyê ya Îmaratan di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku heya niha ji bo Tirkiyê û Sûriyê 187 balafirên kargoyê bi temamî 5 hezar û 254 ton alîkarî şandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin