OCHA: Heya niha 58 TIR ên alîkariyê gihane Sûriyê

13 February 2023 22:41 0 dîtin
OCHA: Heya niha 58 TIR ên alîkariyê gihane Sûriyê

PeyamaKurd – Li gor Neteweyên Yekgirtî Ofîsa koordinasyona karên mirovî, 6 TIR ên ku aîdê Neteweyên Yekgirtîne derbasî aliyê Sûriyê bûne û jimara alîkariya TIR an ya ji bo Sûriyê ji roja pênşema borî heya niha gihaye 58 TIR an. Di TIR ên alîkariyê de alavên xida û yên din hene. Berpirsê NY Martin Griffiths, li Helebê seredana ciyên xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir, got ku di xebatê de hatine ber dawiyê û weha dewam kir:

“Xelkê Helebê bi salaye ew çend êş û azarê dîtiye lê dema erdhejê ji bo însanên Helebî dema herî xerab bû. Em ê seredanê bikin da ofîsa me ji bo 3 mehan pêdiviyên Tirkiyê û Sûriyê temîn bike. Niha wezîfa me ji bo van ew e ku em ji van mirovan ciyên hewandinê, alîkariya psikososyal, xwarin û pêdiviyên perwerdê temîn bikin.”