Dr. Ahmed Îsa: Heya niha tenê alîkariyên Weqfa Barzanî (BCF) gihane me

16 February 2023 01:32 0 dîtin
Dr. Ahmed Îsa: Heya niha tenê alîkariyên Weqfa Barzanî (BCF) gihane me

PeyamaKurd – Piştî erdheja li bajarê Maraşê û 10 bajarên din yên bakûrê Kurdistanê, di serî de Weqfa Alîkariyê ya Barzanî (BCF) ketibû nav tevgerê û li ser daxwaza Tirkiyê karwanên alîkariyê gihandin Bakûrê Kurdistanê û ji Rojava jî gihandin Cindirisê û Efrînê. Li ser mijara alîkariyan ji Rêvebiriya Tenduristiyê rêvebirê kontrola demanvanan Dr. Ahmed İsa tevlî bernama Rûdawê ya Dilbixwîn Dara bû û weha got:

“Di bin enqazan de gelek kes hene û rêje fermî nînin. Li Efrînê û dora wê 138 kes wefat kirine û li dora 3 hezarî birîndar hene. Li Cindirisê hezar û 12 kes wefat kirine û ji deh hezarî zêdetir birîndar hene. Ez daîma diçim Cindirisê û têm. Herî kêm di bin enqazan de li gor texmîna min 500 kes hene.

Li nexweşxanan cîh tine û em hinek birîndaran dişînin malên wan. Niha li nexweşxana Efrînê gêncekî heye, temamê malbata wî can dan û lingekî wî nemaye. Em sipasiya BCF ê dikin ji ber ewilî ew gihan hawara me û soz dan me ku wê gêncê me derman bikin.

Gelek kes hene ku ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bikin lê derfetên wan kêmin. Alavên me yên tenduristiyê gelek kêmin û pêdiviya me bi nexweşxaneyekî heye. Heya niha me alîkariya navdewletî nestendiye. Neteweyên Yekgirtî îro civînekî kir lê heya niha alîkariya wan ji me re nehatiye. Tenê alîkariya BCF ê hat. Alavên tenduristiyê û yên din ji bo me gelek girîng bûn. Ji bo baş bê belavkirin û nekeve destê kesên din me di bin sîwana rêvebiriya tenduristiyê de kom kir û li deveran belav kir.”

BCF û Rêvebiriya Tenduristiyê ya Erbîlê 5 ambûlans û 30 kesên tenduristiyê ji bo li Rojava li Efrîn û Cindirisê tedawiya birîndaran bikin, şandin deverê. Her alîkariya ku ji BCF ê çûye, li mexdûrên erdhejê yên Efrîn û Cindirisê hat belav kirin.