Neteweyên Yekgirtî ragihand ku 5 xebatkarên li Yemenê hatibûn revandin êdî serbestin

11 August 2023 23:52 0 dîtin
Neteweyên Yekgirtî ragihand ku 5 xebatkarên li Yemenê hatibûn revandin êdî serbestin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku 5 xebatkarên Neteweyên Yekgirtî yên ji aliyê rêxistina terorîst El Kaîde de hatibûn revandin serbest hatin berdan. NY bi nivîskî ragihand ku li başûrê Yemenê li bajarê Ebyenê di Sibata 2022an de 4 Yemenî û xebatkarekî biyanî yên NT hatibûn revandin.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, dilxweşiya xwe ji bo serbest berdana her 5 karkerên NY ragihand.

Mazin Bavezir, Bekil el-Mehdi, Muhammed el-Meliki, Xalid Muxtar Şêx û Akam Sufi yê Bangladeşî sal û nîv di destê El Kaîde de mabûn.

Koordînatorê mafên mirovan û yê alîkariya mirovî yê NY David Gressly got ku her 5 xebatkar ji bajarê Yemenê ji Mukellayê çûne Adenê û rewşa wan ya tenduristî başe û bi berdana wan kêfxweş e.