Li Yemenê Hûsiyan dest danî ser 11 xebatkarên Neteweyên Yekgirtî (UN)

07 June 2024 23:33 0 dîtin
Li Yemenê Hûsiyan dest danî ser 11 xebatkarên Neteweyên Yekgirtî (UN)

PeyamaKurd – Berdevkê Neteweyên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand ku Hûsiyên bi desteka Îranê li Yemenê dest danîne ser grûbekî ku di nav wan de 11 xebatkarên Neteweyên Yekgirtî hene. Dujarric got:

“Em dixebitin da di wextekî kurt de bi awakî ewlehî û bê şert serbest bên berdan.”

Rêxistina Mafê Mirovan ya Yemen Mayyûnê ragihand ku li Yemenê li çar herêman 18 xebatkarên alîkariyê yên Yemenî hatine revandin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku destdanîna ser wan an revandina wan di heman wextê de li çar deveran li bajarên Sana, Hodeida, Amran û Saada hatiye kirin.

Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan jî ragihand ku Hûsiyan xebatkaran li gor karên di wan de dixebitin desteser kirine û kes nizane li ku derê ne. Li gor rêxistinê; di nav kesên revandî de, zilamekî bi jina wî ve, zarokekî 9 mehî û yekî 3 salî di nav wan de hene.