Medya Yemenê: Dest danîn ser kestiya Îranê ya maddeyên hisbir tê de bûn
PeyamaKurd – Li başûrê Yemenê li Girava Sokotrayê keştiya aîdê Îranê ku tê de maddeyên hişbir hebûn, dest danîn ser. Ragihandin ji aliyê ajansa fermî ya Yemenê SABA de hat kirin ku binkeya xebera xwe dibe ser hêzên asayîşê. Li gor xeberê; li bajarê Mehrayê rêvebiriya lêgerînê di nav ava Yemenê de, di tekneyekî de şewat derketiye û hêzên deryayê yên Amerîkayê 3 deryavanên Yemenê rizgar kirine.
Piştî lêpirsîna her sê deryavanan, agahî ji deryavanan distînin ku keştiyekî tê de maddeyên hişbir hene û aîdê Îranê ye, di nav ava Yemenê de heye. Hat ragihandin ku yekîneyên asayîşê bi hêzên deryayê yên Sokotrayê re hevkariyê kirine û dest danîne ser keştiya maddeyên hişbir barkirî.
Behsa miqdarê maddeyên hişbir nehat kirin lê ji bo heya lêpirsîna keştiyê biqede, keştiyê di lîmana Hadibu ya bi ser Sokotrayê ve digrin.
Îranî di mijarê de heya niha ti daxwuyanî nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin