Îranê li Kendava Besrayê dest danîn ser 5 kestiyan

31 January 2023 12:59 0 dîtin
Îranê li Kendava Besrayê dest danîn ser 5 kestiyan

PeyamaKurd – Îranê ragihand, bi hinceta ku li Kendava Besrayê sotemeniya qaçax dibirin dest danîne ser 5 botan û têkildarî bûyerê 23 kes girtin.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê Serokê Dezgeha Dadweriya parêzgeha Hurmuzganê Mucteba Kahramanî ragihand,  li Kendava Besrayê li ser 5 botên ku sotemeniya qaçax barkirî bûn operasyon hat kirin.

Mücteba Kahramani destnîşan kir, di encama operasyona Artêşa Muhafizên Şoreşê de, 400 hezar lître sotemeniya qaçax li keştiyan hatiye bidestxistin.

Kahramanî diyar kir, di derbarê bûyerê de 23 kes hatine desteserkirin.