Hûsiyan dest danî ser kestiya Îmaratê: Hevpeymaniya Erebî gefa bikaranîna hêzê xwar!

03 January 2022 18:26 0 dîtin
Hûsiyan dest danî ser kestiya Îmaratê: Hevpeymaniya Erebî gefa bikaranîna hêzê xwar!

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê yên bi ser Îranê ve ragihandin ku wan keştiyeke Îmaratî li derdora bajarê Hudeyda yê Yemenê li başûrê Deryaya Sor desteser kiriye.

Hûsiyan gotiye, keştiyê alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav avên Yemenê bûye û karên dijminane dike.

Hevpeymaniya Leşkerî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî,  piştî bûyerê Hûsî bi “çetegerî û revandinê" tometbar kir û li ser zarê berdevkê xwe diyar kir, keştiya barhilgir a “Rawabî” ji girava Socotra dihat û alavên nexweşxaneya meydanî ya Siûdî hilgirtibû.

Herwiha Berdevkê Hûsiyan Yahya Serî jî li ser twitterê gotiye: "Hêzên çekdar ên Yemenê, dest danî ser keştiyeke barhilgir ya leşkerî ya Îmaratê ku alavên leşkerî hilgirtiye û bê destûr derbasî nav ava Yemenê bûye û kiryarên dijminane li dijî ewlekarî û aramiya Yemenê dike.

Berdevkê Hevpeymaniya Leşkerî ya bi pêşengiya Erebîstana Siûdî Turkî Malikî jî ragihand: “Operasyona çetegirî ya milîsên Hûsî yên terorîst, metirsiyeke rasteqîn e ji bo azadiya deryavaniyê û bazirganiya navneteweyî li tengava Bab El-Mendab û başûrê Deryaya Sor”

Malikî destnîşan kir, Hûsî bi vî karê xwe, berpirsatiya temam hildigire ser milê xwe û ev kar li dijî yasaya navdewletî ye û daxwaz kir dimildest keştî were berdan û gefa “bikaranîna hêzê di dema pêwîst de” xwar.