Îranê li kendavê dest danî ser kestiya ku diçû Îmaratê

16 September 2019 17:15 0 dîtin
Îranê li kendavê dest danî ser kestiya ku diçû Îmaratê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Sûpaya Pasdarên Îranê îro li kendavê dest daniye ser keştiyekê ku sotemenî dibir Îmaratên Erebî.

Ajansa Reutersê ji zarê ajansa ISNA ya Îranî ragihand ku Sûpaya Pasdarên Şoreşa Îranê îro Duşemê li Kendavê dest danî ser keştiyeke tanker ku hat îdiakirin, bi qaçaxî 250,000 lître sotemeniya dîzel dibir Îmaratên Erebî.

Li gorî ISNAyê, keştî li nêzî girava Tunba Mezin a Kendava Farisî hatiye girtin.

Li aliyê din nehat zelalkirin bê kesên desteserkirî ji kîjan welatî ne û keştî jî ala kîjan dewletê rakiriye.