Îranê li kendavê dest danî ser kestiya Koreya Basûr

04 January 2021 21:13 0 dîtin
Îranê li kendavê dest danî ser kestiya Koreya Basûr

PeyamaKurd – Hêzên pasevanên deryavaniya Îranê li Kendava Besrayê dest danîn ser keştiya petrolê ya Koreya Başûr.

Li gorî ragihandina medya îranê Pasevanên Hêzên Deryavaniya Îranê li ser dest danîna ser keştiyê dane xuyakirin, keştiyeke tanker a bi ala Koreya Başûr îro danê sibehê ji aliyê Fermandariya Pasevanên Hêzên Deryavaniya Îranê ve hatiye rawestandin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku keştiya navborî ji bendera Cubeyl a Erebistana Siûdî bi rê ketiye û tê de 7 hezar û 200 ton madeya etanol hebûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku keştiya hatiye desteserkirin bo bendera Bender Ebas hatiye kişandin.