Li Yemenê eyaleteke mezin ji destê Hûsiyan hat derxistin

07 January 2022 20:32 0 dîtin
Li Yemenê eyaleteke mezin ji destê Hûsiyan hat derxistin

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, ragihand ku hêzên artêşa Yemenê, navenda eyaleta Şebwayê ku ji 17 bajaran pêk tê ji destê Hûsiyên bi ser Îranê ve derxistine û xistine konrola artêşa Yemenê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hêzên Tûgaya Giants yên artêşa Yemenê jî li herêma Şebwa belav bûne û hêzên Yemenê herêmên El Dabbah, El Dima û Atiq sêgoşeya El Saadî jî piştî şerekî dijwar xistine kontrola xwe.

Hêzên Hevpeymaniya Erebî jî bi êrîşên asmanî alîkariya hêzên artêşa Yemenê dike ku niha jî artêşa Yemenê berê xwe daye, beşa Ouselan ya dikeve bakur û rojavayê welat.

Şebwe bi rûbera bêhtirî 47 hezar kîlometre çargoşe, parêzgeha sêyemîn a herî mezin e li Yemenê ku ji sala 2017an ve ketibû destî Hûsiyan.