NY seferên bo deverên di bin destên Hûsiyan de betal kir

25 January 2025 10:21 0 dîtin
NY seferên bo deverên di bin destên Hûsiyan de betal kir

PeyamaKurd – Çekdarên Hûsiyan ên li Yemenê bi giştî 16 xebatkarên yemenî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) girtin.

Li ser vê yekê NYyê hemû seferên bo wan deveran betal kir ku di bin destên Hûsiyan de ne. 

NYyê bi daxuyaniyekê ragihand, “Ji bo dabînkirina ewlehî û ewlekariya hemû personelên xwe, Neteweyên Yekbûyî hemû tevgerên xwe yên fermî bo deverên di bin destên desthilatdarên defakto (hûsî) de rawestand.”