Tom Fletcher bû cîgirê sekreterê Neteweyên Yekgirtî (UN) yê ji karê alîkariya mirovî berpirs
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres, ji bo berprisiyariya karên mirovî yê NY, Tom Fletcher kir cîgirê xwe. Fletcher her weha dê koordînatoriya desteka lezgîn jî bike.
Fletcher, di seha dîplomasiyê de xwediyê tecrubeyan ye û di xebatên xwe yên berê de şêwirmendiya serokwezîrên Îngîltere kiriye.
Guterres, ji ber berê heman karî Martin Griffiths dikir sipasiya wî kir. Di daxwuyaniya berdevkê sekreterê giştî yê Guterres de hat gotin ku Fletcher niha li zanko ya Oxfordê li Hertford College mudire, xwediyê tecrubeya ye û di dîplomasiyê de xwurte.
Fletcher, berê di salên 2011-2015an de balyozê Îngîltere yê li Lubnanê bû ye. Zimanên İngîlîzî, Fransizî, Erebî û Svahilî dizane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin