Neteweyên Yekgirtî: Pêwiste êrîsên Hûsiyan li Derya Sor rawestin

12 January 2024 01:35 0 dîtin
Neteweyên Yekgirtî: Pêwiste êrîsên Hûsiyan li Derya Sor rawestin

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî daxwaznama ku ‘pêwiste êrîşên Hûsiyên Yemenê yên bi desteka îranê li Derya Sor rawestin’ qebûl kir. Hûsî biryarê ‘weka leystikekî siyasî’ binav kir.

Piştî şerê Îsraîlê û Hamsê Hûsiyên bi desteka Îranê li Derya Sor avêtin ser keştiyên bazirganî, ji wan pere xwestin, bi roketan li wan xistin û li, Deryayê aramiyê nehiştin. Li ser tevgerên Hûsî û Îraniyan, gelek şîrketên keştiyan çûna di Derya Sor de rawestandin an jî bergeha xwe guhertin.

Di biryara Neteweyên Yekgirtî de, maf dide dewletan ku keştiyên xwe li hemberê êrîşan biparêzin. Hêzên Amerîka û hevkarên wan yên pirnetewe ku li herêmê ne, biryara NY di Derya Sor û Kendav a Adenê de maf dide ku ber li êrîşan bigrin.

Hûsî, dibêjin ku heya alîkariya ser Xezzayê serbest çênebe, wê êrîşên wan dewam bikin.