Berdevkê Yekîtiya Awrûpayê: Divê Îran êrîsên ser Herêma Kurdistanê rawestîne
PeyamaKurd – Berdevkê Yekîtiya Awrûpayê yê ji Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê berpirs Luis Miguel Bueno bang li Îranê kir da dev ji erîşên xwe yên ser Herêma Kurdistanê berde û xebatên xwe yên li Iraqê, Sûriyê, Yemen û Lubnanê yên îstîqrarê xerab dikin rawestîne. Buneo ji Rûdawê re weha got:
“Berya her tiştî Yekîtiya Awrûpayê dike armanc ku li herêma Kendavê û li Rojhilata Naverast aştiyê pêkbîne û rageşiyê kêm bike. Îran di navenda ewlehiya herêmê de ye û Yekîtiya Awrûpa xebatên Îranê yên ku îstîqrarê li Rojhilatan navîn û dora wê xerab dike, şermezar dike.
Xebatên Îranê yên xerab fuzeyên balistik, yên seyrê û bi balafirên bê mirov bi çekan ve dişîne ji bo terefên resmî û neresmî. Divê Îran biryara konseya ewlehiyê ya NY ya di sala 2015an de sitendiye ya jimare 2231 ê bicîhbîne. Hinek ji xebatên Îranê yên fuzeyên balistik bi xwe talûkeyan diafirînin.
Ez bang dikim ku Îran dev ji xebatên xwe yên îstîqrarê xerab dike berde. YA yê bang dike ku Îran dest ji xebatên ku li Sûriyê, Iraqê, Yemenê û Lubnanê ku dide terefan berde û xebatên siyasî, leşkerî û malî yên dide wan, dev ji wan berde. Bila îstîqrar xerab nebe.
Tewrê me yê li ser êrîşên ser Herêma Kurdistanê neguherîne. Em êrîşên bombardimanî yên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Pêwsite êrîşên Îranê rawestin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin