Yekîtiya Awrûpayê qebûl kir ku dorpêçên nû deyne ser Îranê
PeyamaKurd – Welatên Yekîtiya Awrûpayê ji bo Îranê, piştî xwepêşandanên li ser kuştina Jîna Emînî, kesên an dezgeyên ku mudaxeleya çalakiyan kirine û ji bo wan bûne asteng, ji bo 18 kes û 19 dezgeyan dorpêçan danîn. Li gor daxwuyaniya ku ji konseya YA yê hat kirin; wê dorpêç bi sedema îhlala mafên mirovan yên li Îranê bên bicîhanîn.
Di nav kesên dorpêç danîne ser wan de, wezîrê Spor û ciwaniyê Seyid Hamid Hazaveh Seccadi, hinek parlementer, parêzgehên hinek bajaran, hinek xebatkarên medya dewletê û hinek rêvebirên di asta bilind de yên artêşê hene.
Di nav lîstê de hinek yekîneyên artêşa Îranê, hêzên polîsên taybet û şîrketên ku xizmeta taybet ya ewlehiyê dikin, hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin