Konseya Yekîtiya Awrûpayê qanûna dîjîltalîzebûna vîzayê qebûl kir

13 November 2023 22:55 0 dîtin
Konseya Yekîtiya Awrûpayê qanûna dîjîltalîzebûna vîzayê qebûl kir

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Awrûpayê ji bo vîza Schengenê qanûna dîjîtalîzekirina vîzeyê qebûl kir. Wê hesrkes karibe di ser înternetê de seredana vîzayê bike û wê vîze weke dîjîtal bên dayîn. Ev biryar jî ji bo kesên ku dixwazin seredana welatên endamê Şengenê bikin gelek rihetiyan çêdike.

Biryara dîjîtalîzebûna vîze ya Schengenên di dewra serokatiya Îspanyayê de hat qebûlkirin. Ragihandin ji terefê wezîrê karên hundir yê Îspanyayê Fernando Grande-Marlaska Gomez de hat kirin ku serokatiya civînên YA yê yên demê birêve dibe. Gomez got:

“Wê platforma vîzeyê bê avakirin. Wê vîze di ser vê platformê de bimeşe. Îstîsna hene. Kesên seredanê bikin agahiyên wan, dokumanên wan û xercên vîzeyê dê li serê karibin bidin. Kesê cara yekem serdanê dike û qeydiya wî di sîstemê de tine be, wê ji bo yek carekî here konsulxanê. Paşî dê karibe seredana dîjîtal bike. Di şûna kaxezê vîzê de, wê sîstema dijitala barkodê hebe.”

Piştî xebatên teknîkî bi dawî werin wê biryar bikeve ser pratîkê.