Îsraîl serokê konseya çêkirina qanûnan Aziz ed-Duweyk serbest berda
PeyamaKurd – Serokê Konseya Çêkirina Qanûnan yê Fîlîstînê Aziz ed-Duweykî ji 17ê Cotmeha 2023an heya niha di destê Îsraîlê de bû û di derbarê wî de biryara girtina îdarî ya ji bo 6 mehan hebû. Ji ber Îsraîlê ji bo asayîşê Ed-Duqeykî weke tehdîd didît wî xistibû bin çav.
Îsraîlê, Aziz ed-Duweyk li başûrê Rojavayê Şerîayê, nêzî bajarê El Xelîlê li noqta leşkerî ya bi navê Dahiriyye serbest berda.
Konsey a ku Ed-Duweykî serokê wê bû, heya 2018an wezîfa xwe dewam kiribû lê di heman wextê de konsey hatibû fesxkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin