Yekîtiya Awrûpayê paketa dorpêçên ser Rûsyayê qebûl kir

24 February 2022 02:22 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê paketa dorpêçên ser Rûsyayê qebûl kir

PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Awrûpayê li ser naskirina Rûsyayê ku du komarên li Donbas a Ûkraynayê naskir û wan qebûl kir û leşkerên xwe şand herêmê, paketa dorpêçan ku amade kiribûn qebûl kir. Li gor paketê; 27 kesên payebilind û dezge xistin nav lîstê. Di nav paketê de bazirganiya bi banka navendî re jî heye û jê re sînorekî hatiye danîn.

Li gor biryarapaketê; wê ji bo Dûmayê ji ber ku biryarê tesdîq kiriye, wê 351 endamên wê bikevin ber hinek tedbîran. Endamên hukumetê yên ku yekîtiya axa Ûkraynayê xistine talûkê, îstîqrara welat qels kirine an tehdîd kirine û biryara serxwebûna Donetsk û Luhansk ê li dijî qanûn îmze kirine, kesên ku desteka darayî bidin operasyonên Rûsyayê, bankayên ku fêde bidin wan, karsaz, kesên kampanyayên dezenformasyonê bimeşînin, wê bibin tabiê dorpêçan.

Ji bo kesên navborî, qedexeya seredanan jî hatiye danîn. Kes û dezgeyên navborî, wê dest deynin ser heyiyên wan yên malî û temîna fonan ji bo wan hatiye qedexekirin. Her dû deverên di derveyê Ûkraynayê de wê têkiliyên bazirganî bi wan re bên kêmkirin.

Ji bo her dû herêmên ku Rûsya wan naskiriye, îtxalata ji wan hatiye qedexekirin. Di hinek sektorên aborî û bazirganî de, wê sînor bê danîn. Xizmeta tûrîzmê ji bo wan hatiye qedexekirin. Ji bo hinek berhem û teknolojiyan, qedexeya îxracatê dê bê danîn.

Li hemberê Rûsyayê berlêgirtina fînansê, wê bê bicîhkirin. Wê ji bo Federasyona Rûsyayê, hukumet û Banka Navendî re fînans bê qedexekirin. Wê ji bo hukumet û dewleta Rûsyayê nehêlin ku xwe bigihînin bazara fînansê û xizmetan ya YA yê.

Eger pêdivî hebe, wê van dorpêçan bêhtir bên firehkirin û bicîhanîn.

Lîderên YA yê wê sibê li Brukselê li ser krîza Rûsya-Ûkraynayê bicivin.