Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên nû danî ser artêsa Îranê
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bi sedema tevgerên tund yên Îranê li hemberê xwepêşandêran, biryarê da ku dorpêçên nû deyne ser Îranê. Di hedefa YA de artêşa Îranê heye. Biryara dorpêçan di civîna wezîrên karên derve ya Yekîtiya Awrûpa de li Brukselê hat dayîn û nûnerê bilind yê karên derve û siyaseta ewlehiya YA Josep Borrell ragihand ku dorpêç berpirsiyarên ku zorê didin ser çalakvanan kiriye hedef.
Wezîrê karên derve yê Luksembûrgê Jean Asselborn got ku di çarçoveya dorpêçan de, ji 30 yî zêdetir kes û rêxistina ketine ber dorpêçan, wê wan kes û rêxistinan nikaribin herin nav sînorê YA yê û wê malên wan yên heyî bên cemidandin.
Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku dorpêç dorpêç ji bo kesên artêşa Îranê yên li dora desthilatane û ji bo wan kes û rêxistinên ku fînansê didin artêşê ne.
Wezîra ji Partiya Kesk Baerbock, li Brukselê ragihand ku ji bo rejîma Îranê peyameka zelal û aşkera dane û got berpirs wisa dizanin ku dema zorê bidin ser xelkê û xelkê bikujin, wê bê ceza filitin lê bila bizanibin wê bê ceza rizgar nebin.
Dorpêç, artêşa bi Ayetullah Alî Hemany ve girêdayiye dike hedef. Fermandarê giştî yê artêşê tumgeneral Huseyn Selamî di dawiya meha cotmehê de ji bo xwepêşandêran gotibû divê çalakvan, sînorê sebra sîstemê derbas nekin.
Li Îranê piştî kuştina Mahsa Jîna Emînî ji aliyê polîsê Tehranê de hat kuştin xwepêşandan li Îranê û Kurdistanê destpêkirin û heya niha li dor 15 hezar kes hatine girtin û 340 kes hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin