Yekîtiya Awrûpayê tedbîrên ser Îranê fireh kir
PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê biryarê da ku ji ber îhlalên mafên mirovan tedbîrên danîye ser Îranê firehtir bike. YA biryara paketa 5em da ku li ser Îranê dropêçan deyne. Sedem jî bi destpêkirina kuştina keça Kurd Jîna Emînî re hêzên asayîşa Îranê mudaxele bi xwepêşandanên aştiyane kirine, cezayê îdamê dane çalakvanan û li ser van pêşdeçûnan biryar di civîna wezîrên karên derve yên Yekîtiya Awrûpayê de hat dayîn.
Li gor biryarê; YA tedbîran danî ser 32 kesan û 2 dezgeyan ku di nav kessn de wezîrê Îrşad û Çandê Muhammed Mehdî Îsmaîlî û wezîrê Perwerdê Yusuf Nurî hene. Di nav tedbîran de destdanîna heyiyên 32 kes û 2 dezgeyan hene, seredana wan ya welatên Awrûpayê qedexeye û ber li fînansmana wan hatiye girtin da kes destekê nede wan.
Di nav lîstê de çend parlementer, kesên rêvebiriya asayişe, kesên ji erka darazê, rêvebirên zîndanan, ji artêşê hinek rêvebir, weqfa teşkilata polîsan û enstîtuyên Zanist û xebatên civakî hene.
Bi vê lîstê re jimara kesên dorpêçan danî ser wan bûn 196 kes û 33 dezge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin