Yekîtiya Awrûpayê: Tedbîrên li ser rejîma Samê ji bo alîkariya Sûriyê ya mirovî nabin asteng
PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê û têkiliyên karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell li Brukselê bi wezîrê karên derve yê Saûdî Erebistanê re bi Faysal bin Ferhan û bi sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb re bi Ahmed Ebû Xayd re civiya û piştî civînê daxwuyaniya çapemeniyê dan. Borrell, li ser pirsa bê dorpên ser rejîma Beşer Esed bandorê li alîkariya erdheja Maraşê ku bandorê li Sûriyê kiribû û di erdhejê de li Efrînê û Cindirisê 4.500 kes can dabûn, wê bike an neke, weha got:
“Tedbîrên me yên li ser rejîma Sûriyê bandorê li desteka mirovî nake. Di nav dorpêçên me de alîkariya mirovî, xida, alîkariya tibbî tine ne. Em bi xelkê Sûriyê re ne. Em ê desteka erdhejê bidin Sûriyê û her dewam bikin.”
Berdevkê komisyona Yekîtiya Awrûpayê Balazs Ujvari jî ragihand ku heya niha 10 welatên Awrûpayê di çarçova bernama parastinê ya sîvîl de, ji Sûriyê re alîkariya lêgerîn-rizgarkirin û alîkariya lezgîn dikin. Ujvari weha dewam kir:
“Dorpêçên me, ji ber hukumeta Sûriyê li hember hemwelatiyên xwe çekên kîmyewî bikaraniye, û şiddetê li ser xelkê xwe kiriye, me danîne. Dorpêçên me tenê kes û dezgeyên ku di şiddetê û bikaranîna çekan de rola wan heye, ji bo wan e.”
Niha di nav dorpêçên YA yên li ser Sûriyê de li ser 289 kes û 70 dezgeyan dorpêç hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin