Bo çêkerên asiyê Yekîtiya Awrûpayê tehdîda tedbîrên qanûnî kir
PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel, piştî şîrketa çêker ya Awrûpayê AstraZenecayê got ku dê di doza aşiyan de wê %70 kêm aşi bide Yekîtiya Awrûpayê, ragihand ku wê li hemberê fîrmayên çêkerên aşiya Kovid-19 ê yên weka AstraZenecayê tedbîrên qanûnî bistînin.
Nameya ku ji aliyê serokwezîrên Çekya, Avusturya, Danimarka û Yûnanistanê de hatibû nivîsandin û lezê li dayîna îzna aşiyan dikirin, ji aliyê rêvebiriya YA yê de bi rojnamevanan re hat parvekirin. Michel di nameya bersivdanê de weha got:
“Pêşniyariya we tenê eger di stokan de têra xwe aşi hebin fêde dike û dê hinek fîrma di teslîmkirina aşiyan de dereng bimînin.”
Di mijara amadekirinê de şîrketa AstraZenecayê gotibû dê aşiyan bo YA yê %70 kêm bikin ku daxwaza YA yê 100 mîlyon doz bû, di derbarê wan de Michel got ku bersivên wan têra YA yê nake û weha dewam kir:
“Eger çareserkirina ku me jî têr bike nêkirin, divê hemû alternatîvên me di rojevê de bin û em ê temamê alavên xwe yên qanûnû bikarbînin.
YA yê bo hilberîna aşiya Kovid-19 ê di serî de bê ku destpêbikin, 336 mîlyon dolar pere dabû AstraZenecayê da dest bi hilberînê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin