Yekîtiya Awrûpayê sertîfîka asiyê bipas xist
PeyamaKurd – Di nava Yekîtiya Awrûpayê de dihat munaqeşekirin bê kesên aşi bibin sertîfîka aşiyê bidin wan û hem dê hinek îmtiyazan bo wan bidana.
YA yê wê sertîfîkayê nede ji ber nizanin vîrusa ku bilez belav dibe li Awrûpayê hatiye dîtin. Lewra YA yê dayîna sertîfîkayê bipaş de xist. Nedana sertîfîkayê hem ew kesên ku bo kêfa xwe seferên welatên sêyem bikin, wê bike ku dev ji wan seferan berdin.
Mezinên Yekîtiya Awrûpayê civîna xwe di rêya video konferansê de kirin û biryarê dan ku nexşeyekî pandemiyê çêbikin. Ew deverên an welatên ku vîrus li wan zû belav dibe, di nexşeyê de nîşan bidin û bo wan tedbîran bistînin. Di mijarê de Von der Leyen weha got:
“Kesên ji wan deveran werin, divê berya seyahetê test bikin û piştî seyahetê dibe bikevin karantînayê. Kesên ji derveyê YA yê werin dibe ku ji wan encama testê ya negatîv bixwazin.”
Von der Leyen behsa hinek tiştên koronavîrusê kir ku nayên zanîn û weha dewam kir:
“Mînak wexta aşiyê dikin gelo ew aşi ber li belavbûna vîrusê digre an na. Em vêya nizanin. Em nizanin tesîra aşiyê heya kengê ye. Kesên heya niha aşi nebûne em ê mafên wan çawa biparêzin? Kesên sedemên wan hene da aşi nebin, emê çi rê bidin pêşiya wan? Divê em mijara sertîfîkayê bihêlin paşiyê û li serê lihev bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin