Dezgeyên Yekîtiya Awrûpayê bo sertîfîka asiyê lihev kirin
PeyamaKurd – Dezgeyên Yekîtiya Awrûpayê bo geryanên di nav welatên YA yê de bi sertîfîka aşiyê bigerin, lihev kirin. Seroka komîsyona YA yê Ursula von der Leyen, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku piştî hevdîtinên di navbera komisyona YA û Parlementoya Awrûpayê de lihev kirine.
Leyen got ku ev pêngavekî girînge ku berê bi navê ‘sertîfîka Kesk ya Dîjîtal’ dihat navandin lê niha navê wê kirine ‘Sertîfîka KOVID ê ya Dîjîtal ya YA’ yê. Piştî sertîfîka derê, wê testekî ji nûh de an xistina karantînayê di nav dewletên YA dê çênebe.
Xebatên bo sertîfîkayê wê heya serê meha temmûzê bên temamkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin