Yekîtiya Awrûpayê ji bo Tirkiyê û welatên pêwendîdar budçeyekî bi 7,6 milyar Ewro çêdike

01 February 2024 22:34 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê ji bo Tirkiyê û welatên pêwendîdar budçeyekî bi 7,6 milyar Ewro çêdike

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bi sedema krîza koçberan ji bo Tirkiyê û welatên pêwendîdar biryarê da ku budçeyekî bi miqdarê 7,6 milyar Ewroyî amade bike. YAyê negot wê çiqasê budçeyê ji bo Tirkiyê veqetîne.

Zîrwa lîderên welatên endamên Yekîtiya Awrûpayê li Brukselê civiyabûn û piştî civîna wan qediya encamnama civîna xwe ragihandin.

Di encamnamê de hat gotin ku wê desteka ji bo Ûkraynayê dewam bike. Ji bo welatên ku zêde koçber diçinê yên wekî Macaristan, Îtalya û Yûnanistanê ku gilî dikin dibêjin ji fonên YAyê têra xwe fêde nabînin, ji bo wan jî desthilatê dan komîsyonê da lêkolînan bike.

7,6 milyar Ewroyê ku dê veqetînin dê ji bo welatên weka Tirkiyê ku koçberên Sûriyê lê zêde ne, welatên Balkan û Afrîkayê be.