YA: Wê di payîzê de li ser serbestiya vîza Yekîtiya Awrûpayê ya ji bo Tirkiyê biaxifin

07 August 2023 23:51 0 dîtin
YA: Wê di payîzê de li ser serbestiya vîza Yekîtiya Awrûpayê ya ji bo Tirkiyê biaxifin

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê li ser serbestiya vîzê ya Tirkiyê ku hemwelatiyên wan bi rihetî herin Awrûpayê ragihandinê kir. Di rapora li ser tekiliyên Yekîtiya Awrûpa û Tirkiyê de hat gotin ku wê li ser mijara vîzê di payîzê de biaxifin. Di raporê de ji bo Tirkiyê hat gotin ku Tirkiye di seha berjewendiyên hevpar de dewletekî mifte ye.

Nûnerê bilind yê ewlehiya siyasî û ji karên derve yê YA yê berpirs Josep Borrell ragihandibû ku di civîna dawiyê ya wezîrên karên derve yên YA yê de biryarê dabûn ku têkiliyên YA û Tirkiyê ji nûh de bixin rojevê û li ser serbestiya vîza ji bo Tirkiyê biaxifin.