Yekîtiya Awrûpayê tevlî koalisyona ji bo gihandina deryayê ya Derya Sor dibe

21 December 2023 02:02 0 dîtin
Yekîtiya Awrûpayê tevlî koalisyona ji bo gihandina deryayê ya Derya Sor dibe

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku wê destekê bidin koalisyona pirnetewe ya ku li hemberê êrîşên Hûsiyên Yemenê yên di Derya Sor de hatiye avakirin.

Hêzên deryayê yên Yekîtiya Awrûpayê wê di rêya Operasyona Atlantayê de tevlî Operasyona Parastina Refahê bibe. Ragihandina biryarê ji terefê Josep Borrell de ku nûnerê bilind yê ewlehiyê û karên derve yê Yekîtiya Awrûpayê ye. Borrell got:

“Tevgerên bê perwa yên Hûsiyan li Derya Sor ji bo azadiya seyrûseferê tehdîd e. Îro di civîna komîta siyasî û ewlehiyê (PSC) de dewletên endam biryara destekê dan. Em ê bi parvekirina agahiyan û bi ûnsûrên deryayê yên îlawe destekê bidin koalîsyonê.

Ev, rola me ya di ewlehiya deryayê de datîne ortê. Em gotinên xwe bi tevgerên xwe re dikin yek.”

Di koalîsyonê de Amerîka, Îngîltere, Bahreyn, Kanada, Fransa, Îtalya, Hollanda, Norveç, Seyşell û İspanya hene. Wê hêzên koalîsyonê li başûrê Derya Sor û Kendava Adenê dewriyên hevpar bigerînin.