Ursula von der Leyen: “Arnavutluk di rêya tevlîbûna Yekîtiya Ewrûpayê de ye”
PeyamaKurd – Seroka konseya Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen, hewldanên Arnavutlukê yên di muzakereyên bi Yekîtiya Ewrûpa de gelek başin û ji bo tevlî YEyê bibe, pêngavên girîng avêtiye.
Ursula von der Leyen ragihand ku Arnavutluk di pêvajoya muzakereyan de vizyon nîşan daye, sebir kiriye û meyweyên wan jî sitendiye û li ser rêya tevlîbûna YE de ye.
Ursula von der Leyen, li welatên rojavayê Balkanê digere û rawestgeha wê ya yekem payîtexta Arnavutlukê Tiran bû ku ji aliyê serokwezîr Edi Rama de bi merasim hat pêşwazîkirin. Von der Leyen û Rama piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Leyen, di civîna çapemeniyê de got ku bi salaye xebat dewam dikin û bi armanca xwe fedakirina gihandina hedefêye ku Arnavutluk gihaye asta îro û weha dewam kir:
“Firehbûn, di dewra wezîfa min ya bê de jî wê bibe karê min ê ewilî. Em, êdî xwediyê temamê alava ne û hemû enstrumanên me hene.”
Mijareka dinê ya Arnavulukê ewe ku koç digre û gelek koçber xwe lê digrin û paşî diçin welatên din yên Ewrûpayê. Ji bo berlêgirtina wê jî her dû lîder li ser mijarê axifîn.
Arnavutluk, di sala 2009an de seredena YEyê kiribû da bibe nedam, komîsyon di sala 2012an de bi erênê fikra xwe beyan kiribû û ji Hezîrana 2014an heya niha Arnavutluk namzede ji bo endamtiya YEyê re.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin