Erdogan bi Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di serdana xwe ya Macaristanê de, piştî hevdîtinên bi berpirsên Macaristanê re, ligel Seroka Komîsyona Ewropayê Von der Leyen civiya.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan ku bi sedema beşdariya Lûtkeya 5. A Civata Siyasî ya Ewropayê li paytexta Macaristan Budapeşteyê ye, bi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen re jî hevdîtinek pêk anî.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê de ragihand, mijara PKKê, pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, şerê Îsraîl û Filistînê hatiye gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku Recep Tayyîp Erdogan li ser mijara PKKyê gotiye: “Di rûbirûbûna PKKê de em ji şirîkên xwe yên Ewropî hevkariyeke berbiçav dixwazin bibînin.”
Erdogan diyar kiriye, “Tevlîbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa ji bo hewldanên qada parastinê ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo aştî û ewlehiya Ewropayê jî girîng e.”
Erdogan herwiha bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte re civiya.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek dirêj bû pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê nebaş bûn, lê di demên dawî de tevgereke dîplomasiyê di navbera aliyan de dest pê kiriye ku mijara sereke neşandina koçberên Sûrî bi ser ewropayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin