Seroka Komîsyona Ewropayê pistgirî da terorîst îlankirina Pasdarên Îranê

17 January 2023 20:10 0 dîtin
Seroka Komîsyona Ewropayê pistgirî da terorîst îlankirina Pasdarên Îranê

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, ragihand ku ew piştgiriyê dide daxwazên xistina nav lîsteya terorê ya Supaya Pasdarên Îranê ku binpêkirinên mafên mirovan dike.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, Leyen di Forûma Aborî ya Cîhanê Davosê de ji rojnamevanan re axivî û li ser protestoyên Îranê û tepeserkirina xwepêşanderan ku dixwazin Supaya Pasdarên Îranê bixin nav lîsteya terorê daxuyanî da.

Von der Leyen got, “Bertekên rejîma Îranê tirsnak  û xedar in û mafên bingehîn ên mirovan binpê dikin.”

Seroka Komîsyona Ewropayê di berdewamê de diyar kir:  “Em niha li benda gereke nû ya dorpêçên ser Îranê ne û ez ê piştgiriyê bidim ku Supaya Pasdaran bikev nav lîsteya rêxistinên terorîst. Min bihîst gelek wezîr jî vê dixwazin û bi ya min mafdar in jî.”