Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, li ser mijara Sûriyê seredana Tirkiyê dike

10 December 2024 21:01 0 dîtin
Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, li ser mijara Sûriyê seredana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen ragihand ku wê di hefta pêşiya me de, ji bo li ser rewşa Sûriyê biaxife, seredana Tirkiyê bike û wê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re bicive. Von der Leyen, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Bi serokkomar Erdoğan re li ser rewşa Sûriyê me danûsitendinên girîng kir. Divê yekîtiya axa Sûriyê û mafên kêmneteweyan bên parastin. Di hefta pêşiya me de ez ê seredana Tirkiyê bikim. Pêşdeçûnên li Sûriyê ji bo herêmê û wêdetir tê çi vateyê, ez ê bi serokkomar Erdoğan re bicivim.”